
PeyamaKurd-Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî li ser daxwaza Îngîlsîtanê ya li ser mijara jehrkirinê, li hev civîn. Di vê civînê de Rûsya û Îngîlîstanê hevdû sûcdar kirin.
Nûnerê Rûsyayê yê li Netewên Yekbûyî Vassily Nebenzia îddayên jehrkirinê bi rengekî teqez red kirin û Îngîlîstan hişyar kir: Hûn bi êgir dilîzin.
Nûnera Îngîlîstanê Karen Pierce jî Rûsya sûcdar kir û got ku her tişt eşkere ye û hûn nikarin tiştekî veşêrin. Hûn çekên kîmyewî bi kar tînin û em ji we dersê nastînin. Ji bo hevdîtinê me daxwaz ji keça sîxur kiriye û em li benda wê ne.
Sîxurê Rûsî û keça wî li bajarê Salisbury yê Îngîlîstanê hatibûn jehrkirin û Îngîlîstanê ji ber vê bûyerê Rûsya sûcdar kiribû û dîplomatên Rûsyayê ji welêt derxistibûn. Piştî vê re gelek dewletên Ewrûpayê yên dî jî dîplomatên Rûsyayê ji welatê xwe derxistibûn.