image

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Associated Press (AP) Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li ser mijara gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Sûriyê peyamek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şandiye û tê de gotiye, ew li dijî ne ku bi ser sînorên Tirkiyê de alîkarî bên şandin.

Sergey Lavrov di peyama xwe de Tirkiye bi çavgirtina ji rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ango Cephet el Nûsra ya berê re tawanbar kiriye û diyar kiriye, “Alîkariyên têne şandin ji aliyê HTŞ ya ku Tirkiye çavê xwe ji kiryarên wê re digire hatine astengkirin.”

Lavrov herwiha gotiye, ‘Mixabin peyamên erênî yê Tirkiyê derbarê şandina alîkariyan de ji rastiyê gelekî dûr in.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber vetoya Rûsyayê alîkariyên mirovî yên bi rêya NY di deriyên sînorên kontrola rejîmê de têne şandin rawestiyane ku tenê deriyekî vekirî ji bo alîkariyan maye.