
PeyamaKurd – Sanatora ku herî zêde senatoriyê kir ya ji Partiya Demokratê Dianne Feinstein di 90 saliya xwe de di 28ê Êlûnê de li Washingtonê wefat kir. Ofîsa Feinstein mirina senatorê piştrast kir ku di 28ê êlûnê de li mala xwe ya Washingtonê can daye.
Li gor ajansa Reutersê Feinstein, Californiyayê temsîl dikir û siyasetvana serpereşta kesên ku çekan qedexe dikirin bû.
Feinstein di heman wextê de di sanatoyê de serokatiya komîta îstîxbaratê kiriye. Di sala 2018an de car din bû sanator û jina herî zêde di wezîfa senatoriyê de maye.
Seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi, li ser wefata Feinstein got:
“Dianne, seknekî bi cesaret, zerafet nîşan da û şaredariya San Franciscoyê kir. Dianne cesaretê dide jinên gênc yên bêjimar û îlhamê dide wan ku di erka xwe de bilind bibin. Serpereştiya wê hêjî tevî koça wê dewam dike.”