image

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar îro 24ê Gulanê di koma Parlamentoya Tirkiyê ya partiya xwe de, gotarek pêşkeş kir û li ser mijarên rojevê daxuyanî dan.

Sancar li ser bazariya Tirkiyê ya bo endamtiya NATOyê ya welatên Fînlandiya û Swêdê got ku Tirkiye dixwaze polîtîkayên xwe yên antîdemokratîk li welatê din û li hemû cîhanê belav bike û da zanîn, şert û mercên ku di bazariya endamtiya NATOyê de hatine diyarkirin bi giştî girêdayî pirsa Kurd û demokrasiyê ne.

Mîthat Sancar got, “AKPê doh ragihand ku dê operasyonên leşkerî yên herêmî zêdetir bibin. Çi helwesteke durû ye? Li Ukraynayê kevoka aştiyê lê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bazê şer e. Ev polîtîkayên desthilatê ji bo gelên vî welatî û hewlên aştiyê gefeke mezin e.”

Hevserokê Giştî yê HDP Mithat Sancar bal kişand ser qedexe û astengên vê dawî yên li ser Kurdî jî û wiha axivî: “Qedexe, ceza, binpêkirina azadiyan bûne kiryarên rojane ên desthilatê. Stran û şanoyên Kurdî tên qedexekirin. Em rûbirûyê zihniyeteke ne ku bi çirava qedexeyan xwe li ser piyan digre. Ev desthilat dijminatiya Kurdan dike. Ev desthilat kor bûye û nabîne ku ev dijminatiyê çi anî serê desthilatên berî wê.