image

Pe yamaKurd – Şandeke bilin a Rûsyayê ku ji nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê yê li Sûriyê Alexander Lavrentiev û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin tê de cî digirt bi li Şamê bi Beşar Esed re civiya.

Ajansa fermî ya rêveberiya rejîma Sûriyê SANAyê ragihand, "Her du aliyan mijarên girêdayî hevkariya di navbera her du welatan de ser asta têkoşîna li dijî terorê û mijarên aborî û bazirganiyê gotûbêj kirin."

Li gorî SANAyê aliyê rûsî diyar kir ku serdana wan bi daxwaza serok Vlademir Pûtîn ji bo xurtkirina hevkariya di navbera Moskow û Şamê de pêk hatiye û dane zanîn, "Rûsya amade ye bi awayekî çalak beşdarî xebatên jinûve avakirinê û avakirina binsaziyê bibe ku terorê xirab kiriye. Herwiha peymanên îstîsmarkirinê di qadên enerjî û çandiniyê de bi Sûriye re îmze bike da ku berjewendiyên her du gelên dost pêk bîne û  aboriya Sûriyê çalak bike."

Hat diyarkirin ku wê hevdîtinên li ser civînên komîteya destûra nû Sûriyê jî sibe werin gotûbêjkirin.