image

PeyamaKurd -  Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şandeke Tirkiyê serdana Misirê dike daku li ser bingeh danîna bo asayîkirina pêwendiyên herdu welatan hevdîtinan bike.

Hat diyarkirin ku wê heyetên wezaretên derve yên Tirkiye û Misrê, bi armanca şêwirên siyasî û asayîkirina têkiliyên herdu welatan ku ji sala 2013an ve hatibûn cemidandin, 5 û 6ê Gulanê li paytexta Misirê Qahîreyê bicivin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sedat Onal wê serokatiya şanda Tirkiyê bike û Cîgirê Wezîrê Derve yê Misrê sefîr Hamdî Sanad Loza jî serokatiya şanda Misirê bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di van şêwirên siyasî de, dê li ser asayîkirina peywendiyên du alî û herêmî yên her du welatan bê nîqaşkirin û hewlên pêwîst bo normalkirina peywendiyên li Heremê jî mijareke civînê ye.”

Hêjayî gotinê ye, pêwendiyên dîplomatîk ên Tirkiye û Misirê sala 2013an piştî darbeya Misirê ku Ebdulfettah El Sîsî li şûna Muhemed Mursî hatibû ser deshilatdariyê hatibûn qutkirin ku ev demek e Tirkiye hewil dide ji nû ve têkiliyên xwe bi Misirê asayî bike.