image

PeyamaKurd – Şaredara paytexta Fransa Parîsê Anne Hidalgo, îro 12ê Îlonê Yekşemê ragihand ku ew ê di hilbijartinên serokatiyê yên 2022yan wek sosyalîst bibe namzed,

Hidalgo ya 62 salî li barajê Rouen yê Normandyê namzedbûna xwe ya bo hilbijartinan ragihand û got: “Ji ber ku em rijdbûna vê demê dizanin û ji bo ku hêviyê bidin jiyana xwe, min biryar daye ku xwe ji bo seroktîya Fransa bikim kandîd.”

Hidalgo yekem jin bû di sala 2014an de seroktîya şaredariya paytexta Fransayê bi dest xistiye  û di nav çend siyasemedarên kêm yên baskê çep de ye, lê belê li hember Serokê niha yê Fransayê Emmanuel Macron zêde şansê wê kêm tê dîtin.