image

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, bi boneya 60emîn salvegera peymana dostaniya Fransa û Almanyayê ku wekî "Peymana Elysee" jî tê binavkirin, li Zanîngeha Sorbonnê ya li paytexta Fransayê Parîsê axivî û bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Serokê Meclîsa Neteweyî ya Fransayê Yael Braun-Pivet, Seroka Bundestaga Almanyayê Baerbel Bas, rayedarên Fransa û Almanyayê û gelek mêvan beşdarî merasîmê bûn.

Olaf Scholz, di axaftina ku di merasîmê de kir de qala şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê kir û got ku

“Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, xwedî armancên emperyalîst e. Ew hewil dide ku bi zorê sînoran biguherîne. Ukraynayî berdêlên giran didin vê yekê. Lê emperyalîzma Putin dê bi ser nekeve."

"Em ê hemû piştgiriya Ukraynayê bikin."

Scholz destnîşan kir ku ew ê nehêlin Ewropa vegere serdemeke ku li şûna tundiyê siyaset hatiye guhertin û wiha got,

"Heta ku pêwîst be, em ê piştgiriya Ukraynayê ya ji bo parastina projeya xwe ya aştiyê ya Ewropayê, berdewam bikin.”

Olaf Scholz eşkere ku Ukrayna, Moldova û 6 welatên Balkanan, di nav malbata Ewropayê de ne û Gurcistan jî dê di nav demê de bibe parçeyek ji vê malbatê.

Scholz, di axaftina xwe de li ser pêwîstiya reformên saziyan ên Yekîtiya Ewropayê û girîngiya bipêşxistina balafirên şer û tankên Ewropayê yên li Fransa û Almanyayê jî rawestiya.