image

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedr bi peyamekê, bûyerên teror û kuştinên li Iraqê pêk tên şermezar kir û bibîr xist ku berî her hilbijartinekê kuştin û terorkirina Iraqiyan dest pê dike.

Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr di peyama li ser twitterê belav kiriye de dibêje; “Pêwîste alî pêbend bin bi bingehên rewa û aqil û dest ji terorkirinê berdin. Ji ber ew karekî metirsîdare.”

Sedr daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kiriye ku di demeke herî zû de kujerên hemwelatiyên Iraqê, yên têne kuştin bên dîtin û bigihin cezayên xwe.

Sedr hilbijartinên Iraqê yên pêşwext bibîr xist: “Li gel nêzîkbûna her hilbijartinekê hêzên şerxwaz dest bi kuştin û terorkirinê dikin.”

Hêjayî gotinê ye, Muqteda Sedr piştî kuştina çalakvanê sivîl Îhab Elweznî û hewldana kuştina peyamnêrê kanala Firat Ehmed Hesen li Kerbelayê ev peyam belav kir.