image

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir, Rûsya çekan ji Îran û Koreya Bakur distîne û amadekariya êrîşeke berfireh dike.

Li gor Jens Stoltenberg do Pêncşemê 26ê Çileya 2023an da zanîn: “Tu nîşaneyek negihîştiye me ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin armanca xwe ya şer û dagirkeriyên xwe yên li Ukraynayê guherandibe.”

Stoltenberg eşkere kir, Putin hewla dagirkirina bakurê Ewropayê dide û niha jî amadekariyê dike ji bo êrîşeke din ku bi hezaran serbaz amade dike û çekan ji Îran û Koreya Bakur distîne.

Herwiha Sekreterê Giştî yê NATOyê tekezî li ser berdewamiya alîkariya serbazî bo Ukraynayê kir û got, şandina çek û teqemenî û tank ji bo Ukraynayê girîng e û divê rahênan jî bi Ukrayniyan were kirin, da ku bizanin çawa dikarin sîstem û çekên NATOyê bi kar bînin.

Herî dawî di derbarê biryara hinek ji welatên Ewropayê, Kanada û Amerîkayê ji bo şandina tankan ji Ukraynayê re, Jens Stoltenberg pêşwazî li vê biryarê kir û ragihand, ew bawer e ku di demeke nêz de ev pêngav dê biçe warê cîbicîkirinê.