image

Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku polîtîkayên Rusya yên tund dibin sebeba bêaramiyê û niha em şerekî dî yê cemidî naxwazin.

Stoltenberg li Kanadayê di konferansekê de axivî û wiha got: “NATO li gorî rewşên guherbar dikare xwe biguherîne û di vê mijarê de ji her kesî serfiraztir e. Ji ber vê yekê di şerê cemidî de bêyî fişekekê, em bi ser ketin.

Stoltenberg wiha berdewam kir: “IŞÎD hê jî ji bo her kesî tehdîd e. Ku ne ji NATOyê bana, vê gavê Bexda di destê IŞÎDê de bû. Tevgerên Rûsyayê yên hişk û tund dibin sebeba bêîstîkrariyê. Di heman demê de çekên nukleer jî belav dibin. Em ji vê yekê bi tirs in. Em Rûsyayê hişyar dikin ku piyê xwe bi baskî xwe ve bikişîne!