
PeyamaKurd – Senatorên Amerîkayê Gus Bilirakis û Frank Pallone, nameyek ji Serokê Amerîka Joe Biden re şand û bangewazî lê kirin ku ji bo balafirên şer ên F-16 nede Tirkiyê û diyarkirin ku heger firotina F-16an bo Tirkiyê were pesendkirin ev dê bibe xelatek ji bo Erdogan.
Di nameya endamên Kongreya Amerîkayê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber daxuyaniyên wî bu tundî hatiye rexnekirin û bang li Biden hatiye kirin ku F-16an nefiroşe Tirkiyê.
Herwiha hatiye gotin, heger firotina F-16an bo Tirkiyê were pesendkirin ev tê wateya destûrdana zêdetir mirinan û ruxandinê.
Di nameyê de hatiye diyarkirin, Erdogan berpirsiyariyên xwe yên li hember Amerîka û NATOyê bicih nayîne û herwiha zirarê dide mafên mirovan li hûndir û derveyî Tirkiyê ku firotina F-16 wê ji bo Erdogan xelatek be.