image

PeyamaKurd- Sererkanê Amerîkayê General Mark Milley, bi daxuyaniyekê ragihand ku heger Îran biryara çêkirina çekên navokî bide, artêşa Amerîkayê gelek bijardeyên leşkerî bi pêş xistine ku li dijî Tehranê bi kar bînin.

Mark Milley ê beşdarî rûniştineke bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin re li Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoyê ya li ser budceya berevaniya darayî ya 2024an bû, amaje bi wê yekê kir ku Îran bi çalakiyên xwe dibe sedema bêîstiqrariya li navçeyê û li ser êrîşên ser baregehên ku leşkerên Amerîkî lê bicîh bûne berdewam e.

Milley got ku “Îran dikare di kêmtirî 2 hefteyan de maddeyên fisîl ên pêwîst ji bo çekên atomî bidest bixe. Piştî wê, ji bo çêkirina çeka navokî ya tam ji wan re tenê çend meh lazim e. Amerîka, wekî polîtîkayek bi biryar e ku rê nede Îran çekên nukleerî bi dest bixe. Heger Îran biryara çêkirina çekên atomî bide yan bifikire; artêşa Amerîkî, gelek bijardeyên leşkerî bi pêş xistine.”