image

PeyamaKurd  Ajansa nûçeyan ya Reutersê diyar kir, Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog wê di dawiya vê mehê de serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bike.

Reutersê da zanîn, ew serdan li vê demê rast tê ku hêzên cîhanê hewil didin peymana navokî ya bi Îranê re vejînin û girjiya herêmî jî di asteke gur de ye.

Herwiha Herzog eşkere kir, ew ê cara pêşî Serokkomarekî Îsraîlê serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bike û got ew serdaneke dîrokî ye.

Wî da zanîn ku Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî “bingehên siberojeke hevbeş” datînin û her du dewlet ji bo wê siberojê xebatên xwe didomînin.

Li Îsraîlê serokomarî bi piranî erkeke merasîmî ye. Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di meha Berfanbarê de serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî kiribû.