image

PeyamaKurd – Serokkomarê Îsraîlê Reuven Rivlin bi sedema wextekê dabû Benyamîn Netenyahû da wextê xwe de hukumetê ava bike û Netenyahû nikaribû di wextê xwe de hukumetê ava bike, wezîfa avakirina hukumeta nû da serokê partiya Yeş Atid (Partiya Dahatû) Yair Lapid. Serokkomar Rivlin, 28 roj dabû Netenyahû û paşî niharibû hukumetê ava bike.

Rivlin piştî bi partiyên parlementoyê re civiya û fikra wan sitend, wezîfa avakirina hukumetê da Lapid’î. Partiyên di meclisa Îsraîlê de ragihandin ku dê destekê bidin Lapid ku 56 parlementerên wî di parlementoyê de hene.

Bo hukumeta Îsraîlê karibe bê avakirin pêdivî bi 61 parlementeran heye, eger di nav 4 hefteyan de hukumet ava nebe, wê ev wezîfe bê dayîn bo meclisê.