PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokomarê berê yê Pakîstanê Perwîz Muşerref, li nexweşxaneya Dubaiyê ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokomarê berê yê Pakîstanê Perwîz Muşerref ku ev demek e bi pirsgirêkên tenduristiyê re têdikoşiya, di 79 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Dubaiyê ku lê dihat dermankirin, koça dawî kir.
Li gorî hat ragihandin, ber koça dawî ya Perwîz Muşerref ku di navbera salên 2001 û 2008an de Serokomarê Pakîstanê bû û di salên dawî de ji welatê xwe reviyabû û li Dubaiyê dijiya, ji aliyê artêşa Pakîstanê ve peyama sersaxiyê hat dayîn.
Muşerref, di sala 1999an de bi derbeyekê hatibû ser desthilatê û ji sala 2001ê ve dema ku xwe wekî serokomar ragihandibû, heta sala 2008an Pakistanê bi rê ve bir. Muşerref ji sala 2016an û vir ve ji ber dozên ku li dijî wî hatibûn vekirin, li Dubaiyê dijiya.