image


PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê yê berê Nicolas Sarkozyê ji ber îdîaya di kampanyaya hilbijartina serokomariyê ya 2007an da ji Mûemmer Qedafiyê serokê berê yê Libyayê alîkariya malî girtiye di çarçoveya lêpirsîna tê meşandin da hat binçavkirin.

Li gor nûçeya rojnameya Le Mondeê polêsên Buroya Gendeliyê ber destê sibehê Sarkozy li Parîs Nanterreyê binçav kirin. Bal hat kişandin ku Sarkozy ji konferanseke li Dubaiyê vegeriya û wê biçûya Londraya paytextê Ingîltereyê ji ber îdiaya kampanyaya hilbijartina serokomariyê ya 2007an bi pereyên ku Mûemmer Qedafiyê serokê Libyayê yê wê demê şandiye meşandiye hat binçavkirin.

Di heqê Sarkozy da ji ber îdiayên navborî sala 2013an da lêpirsîn dabûn destpêkirin.
Sala 2016an da Ziad Taqîeddînê karsaz destnîşan kiribû dawiya 2006an da ji Libyayê ji bona Sarkozy 5 milyon ewro aniye. Ev gotin sala 2012an da bi gotinên Ebdullah Senûsiyê dîrektorê yekeya îstixbarata eskerî ya Libyayê yê berê hatibûn piştrastkirin.

Şukrî Xenîmê Wezîrê Neftê ya Libyayê yê berê 2012an da hatibû kuştin û li gor notên ku ji ser wî derketin pere daye Sarkozy.
Beşir Salihê ku tê destnîşankirin têkiliya di navbera Qedafî û Fransayê da çêkiriye demek berê li Johannesburga paytextê Efrîqaya Başûr di êrîşa çekdarî da birîndar bûbû û gotibû: "Qedafî gotibû ku Sarkozy fînase kiriye. Sarkozy berevajiyê îdiayê axivî. Ez ji Sarkozy bêhtir ji Qedafî bawer dikim."

Sarkozy di 2002-2004 û 2005-2007an da bûbû Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê û di sala 2007an da Segolene Royalê namzedê sosyalîst derbas kiribû û wek Serokkonar hatibû hilbijartin. Sarkozy di navbera 2007-2012an da Serokkomarê Fransayê bû.