
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, bi telefonê li serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan geriya û piştî Erdoğanî pîroz kir, wî dawetî payîtaxta Almanya Berlînê kir. Olaf Scholz, di serî de di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyama pîrozkirina Erdoğan belav kir û paşî îro bi telefonê li Erdoğan geriya.
Boroya Agahiyan ya Federal bi nivîskî ragihand ku Schozl Erdoğanî dawetî Berlînê kiriye û weka du endamên NATO yê behsa girîngiya pêwendiyên navbera her dû dewletan kiriye.