image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî di hevdîtina xwe ya bi serokê Amerîkayê Joe Biden re peymana ku di sal 2008 an de, di navbera serokê berê yê Amerîkayê Obama û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malikî re îmze kiribû ji nûh de vejîne. Di sala 2008 an de her dû teref peymana stratejîk ya di navbera her dû dewletan de hatibû îmzekirin. Nûçe di rojnama Lubnanê ya bi navê Şerq ûl Ewset de hat belavkirin. Di nûçeyê de weha hat gotin:

“Bi vî awayî Kazimî dixwaze têkiliyên Amerîka û Iraqê derxe asta berê. Lê îsyankar ji Kazimî dixwazin ku Amerîka ji Iraqê derê û daxwazên wan li dijî hevin. Kurd û Sunnî bi eksa wê difikirin. Kurd hişyariyê didin ku nebe weka senaryoya encama şerê nav Iraqê an senaryo ya Afxanistanê û Sunnî difikirin ku dema Amerîka ji Iraqê vekişe, dê grûbên çekdar yên bi ser Îranê ve xwurt bibin.”