PeyamaKurd- Ji bo hilbijartinên giştî yên ku dê di 14ê Gulanê de li Tirkiyeyê bên kirin, namzedê Tifaqa Atayê Sînan Ogan ku di nav navên ku dixwazin bibin namzedên serokomariyê de 100 hezar destnîşanan kom kir û bû namzedê 4emîn ê Serokomariya Tirkiyeyê.
Sînan Ogan, piştî teqezbûna namzetiya xwe daxuyaniyek da û got ku
"Tevî hemû zehmetiyan jî ez hêvî dikim ku em bigihîjin armanca 120 hezar destnîşanna. Di vê fermana neheq de nebêjin em gihîştine 100 hezarî, êdî hewce nake em destnîşan bikin, ji ber ku ew ê her tiştî bikin da ku vê serketinê ji destên me bigirin. Em ê bibêjin na, dê bibêjin destnîşan tên dubarekirin, dê bibêjin qerax şil bûne, nizanim dê çi bibêjin... Ji ber vê yekê em ê heta 120 hezarî berdewam bikin."
Yekemîn navê ku ji 11 navên ku ji bo namzetiya serokomariyê dest bi daxwaznameyê kiribûn 100 hezar destnîşan kom kirin, Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce bû.
Li gorî salnameya hilbijartinê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo namzetên serokomariyê yên bi 100 hezar destnîşanan ku di 22yê Adarê de dest pê kiribû, dê heta 27ê Adarê saet 20:00an berdewam bike.