image

PeyamaKurd – Ji şîrketên seferên balafiran yên mezin yên Amerîkayê United Airlines, Delta Air Lines û American Airlines ê, biryarê dan da seferên xwe yên bo Tel Avîva Îsraîlê betal bikin. Berdevkê şîrketên United Airlines û Delta Air Linesê nûçeyê piştrast kirin gotin ku şiddeta li Îsraîlê zêde dibe û rewşa Îsraîlê dişopînin.

Li gor platforma şopandina seferan ya bi navê FlightAware; United Airlines, Delta Air Lines û American Airlines seferên xwe yên rojên çarşem û pêşemê bo Tel Avîvê betal kirine.