image

Rayedarên Partiya Karkeran yên Îngîlîz, Qamîşloya ku di bin qontrola PYDê de ye, ziyaret kirin. Lordê Îngîlîz Glasman ji PYDê re got ku em ji bo têkiliyên dûr û dirêj hatine cem we.

Şandeyeke Partiya Karkeran ya Îngîlîstanê ku di nava wan de ji Qamaraya Lordan Maurice Glasman û endamê parlamentoyê Lioyd Russell-Moyle jî hebû, herêma Qamîşloyê ziyaret kirin.

Lordê Îngîlîz Glasman bi rayedarên PYDê re hevdîtinek pêk anî û got ku em ji bo têkiliyên dûr û dirêj hatine herêmê. Li dijî hemî kesên ku azadiya we naxwazin, em ê piştgiriyê bidin we. Em bi dil û can bi we re ne. Glasman got ew ê bi seroka YPJ re jî hevdîtinekê pêk bînin.

Lioyd Russell-Moyle jî got ku ew ê piştgiriyê bidin PYDê û wextê ku vegeriyan Îngîlîstanê jî ew ê dîtinên xwe bi gelê xwe re parve bikin.

Ji xeynî vê jî ew ê bixwazin ku lêkolînek li ser çek û sîlehên ku têne frotinî Tirkiyê jî were kirin.

Rayedarê PYDê Abed el Kerîm Omer jî got ku ev têkiliya ku bi eşkereyî bi PYDê re hatiye kirin, ya herî payebilind bû. Belê berî niha jî hinek pêwendiyên me çêdibûn, lêbelê xef bûn. Ev cara pêşî ye ku ziyareteke fermî bi vî rengî çêdibe. Ev yek ji bo me gelekî girîng e.