image

PeyamaKurd – Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) encama êrîşa ku artêşa Îsraîlê roja Çarşemê li dijî Lazqiyê û Hemayê pêk anîbû eşkere kir û diyar kir, 8 çekdarên Îranê hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan derbara êrîşa roja Çarşemê ya li ser parêzgehên Laziqiyê û Hemayê agahiyên nû parve kir.

 Li gor çavderiyê diyar kir, ji bilî sivîlên ku hatibûn kuştin û birîndarkirin, 8 çekdarên Îranî jî hatin kuştin û jimareke mezin birîndar bûne.

Ji xwe di êrîşa navborî de, Îsarîlê deverên ku çekdarên Îranê lê dimîn û cebilxaneyên wan û hin derverên sivîlan kiribûn armanc.