image

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê de, li gundê Bizabor ê başûrê Erîhayê 6 sivîl birîndar bûn ku 2 ji wan zarok in.

Li gorî ragihandina SOHRê, hêzên bi ser rejîma Sûriyê ve, bi zêdetirî 100 moşekan deverên cuda li “herêmên bêçek” topbaran kirine.

Hat diyarkirin hêzên rejîmê herêmên Ziyara, Zêzon, El-Enkawiye ya Sehl Xab ên gundewarên Hemayê, deverên li çiyayê Zawiyê û hin deverên li rojavayê Helebê topbaran kirine.