image

PeyamaKurd - Saziya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku rêxistina “Berxwedana Îslamî li Iraqê” îro bi mûşekan êrîşî baregeha Xirbit El-Cîr a Hevpeymaniya Navdewletî li Rimêlanê li parêzgeha Hesekê kirin.

hatiye diyar kir ku ew êrîş, ji Iraqê ve ji aliyê koma bi navê “Berxwedana Îslamî” hatiye kirin û heta niha ti zanyarî li ser ziyanên wê êrîşê tune ne.

Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Li gorî SHORê, ji 19ê Cotmeha borî ve, 47 caran baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatine armanckirin.

Li hember vê yekê, Amerîka çendîn caran milîsên alîgirên Îranê li Iraq û Sûriyeyê bombebaran kirine. Wezareta Derve ya Amerîkayê aşkere kiribû, wan di bersiva êrîşan de, 4 caran ew komên ku êrîş pêk anîne, bombebaran kirin.