image

PeyamaKurd Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu da zanîn, bi saya Erdogan Tirkiye aram bûye û di nav 5 salên bê de li Sûriye û Iraqê ne leşkerên Amerikayê û ne jî PKK û PYDê dihêlin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Stenbolê beşdarî “Hevdîtina Sînopiyan” bû û di çarçoveya hilbijartina 28ê Gulanê de li ser rola Serokkomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan di pêşveçûna Tirkiyê de axivî.

Soylu îddîa kir, êdî Tirkiye ne welatekî bi fermana hinek kes û welatan tevbigere û rexne li Amerikayê girtin ku dixwaze “li Suriye û Iraqê dewleteke terorê” ava bike.

Suleyman Soylu eşkere kir, “Gotin em ê li bakurê Iraq û Sûriyê dewleteke terorê ava bikin û ji bo wê jî divê Mehmetçik ji wan herêman vekişin. Gelekî zelal e ku ev ferman a Amerikayê ye. Ya bi hezaran barhilgiran dişîne wê derê jî Amerika ye. Yên em dijî wan şer dikin ne PKK û PYD ne. Ez eşkere dibêjim, li Sûriye û bakurê Iraqê PKK û PYD tune. Em baş dizanin dijî me Amerika heye. 29ê Cotmeha 2023an bi serokatiya Erdogan li çiyayên welatê me wê terorîstek nemîne. Herwiha di nav 5 salên bê de em ê li wê derê ne leşkerên Amerikayê ku ji xwe re kiriye sergo û ne jî PYD û PKKê bihêlin. Aramî û ewlekariya derdora welatê me bi destûra Xwedê wê bi serkirdeyê cîhanî Recep Tayip Erdogan pêk bê.”