image

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ragihandin ku piştevanî û alîkariya leşkerî ya bo Ukraynayê, NATOyê nake aliyekî wî şerî.

Stoltenberg beriya civîna wezîrên berevaniyê yên welatên endamên NATOyê daxuyanî dan û ragihand, ew dê li ser zêdekirin û bilezkirina alîkariyên leşkerî bo Ukraynayê gotûbêjan bikin.

Sekreterê NATOyê diyar kir ku dayîna balafirên F16 bo Ukraynayê fikrekî baş e û ew perwerdekirina pîlotên ukraynî li Almanya û welatên din ên NATOyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Stoltenberg destnîşan kir, "Mafê Ukrayna yê xweparastinê heye ku ev yek ji şertê Neteweyên Yekbûyî ye. Em jî ji bo bikaranîna vî mafî alîkariya Ukraynayê dikin. Mafê me ye ku em rêzikên NY û hiqûqa navnetewî biparêzin. Ev NATO û hevpeymanên NATOyê nake aliyekî şer.”