image

PeyamaKurd -  Sekrterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg, da zanîn ku:

"Divê em ji agahiyên xirab ên ku ji Ukraynayê werin re amadebin, Şer bi merheleyên cuda birêve diçin. Lê belê divê em hem di rewşên baş de û hem jî di rewşên xirab de berdewam piştgiriya Ukraynayê bikin." 

Jens Stoltenberg balê kişand ser girîngiya hilberîna muhîmatan û da zanîn ku ew pêwistî jî ji aliyê welatên endam ve tên dabînkirin. 

Ji aliyê din de Stoltenberg rewşa Ukraynayê wek 'krîtîk' pênase kir û balê kişand li ser ewlehiya Ewrûpayê ku dikeve metirsiyan û da zanîn ku divê ji ber daxwaz zêde dibin, destûr neyê dayîn ku bihayê muhîmatan zêde bibe.