image

PeyamaKurd – Nûnerê ewlehiyê yê netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan û sekreterê konseya ewlehiyê yê Rûsyayê Nikolay Patruşev bi telefonê axifîn. Her dû nûner li ser îhtîmala hevdîtina di zîrweyekî de ku serokê Amerîkayê Biden û serokê Rûsyayê Putin hevdîtin bikin axifîn. Ragihandina axaftinê, berdevka konseya ewlehiyê ya netewî ya Amerîkayê Emily Horne kir.

Horne, îşaretê da ku di hevdîtinê de wê li ser têkiliyên duqolî, arîşeyên herêmê, arîşeyên kureyî û babetên ku li serê endîşe hene axifîne. Horne weha got:

“Sullivan û Patruşev, li ser mijara zîrweyê ya bende ne ku di navbera Amerîka û Rûsyayê ya di asta wezîran de bibe axifîne û lihev kirine ku bi hevre di nava têkiliyan de bimînin.”

Biden, di 13 ê hezîranê de bi rêya telefonê bi Putin re axifî bû xwestibû li welatekî sêyem zîreweyekî lidar bixin.