image

Moşekek ku ji aliyê Sûriye ve hatiye avêtin balafirek ya Israîlê ruxand. Balafira aîdî Israîlê li ser erda Israîlê ket û herdû pîlotên tê de bi giranî birîndar bûn. Ji aliyê medya Îsraîlê ve vê sibehê hat

ragihandin ku moşekek ji aliyê Sûriye ve hatiye avêtin balafirek wan xistiye.

Her wiha Israîlê daxuyand ku wan bixwe jî vê sibehê balafirek ya bê mirov ku aîdî Îranê ye li ser asîmanên Sûriye tespît kiriye û lê daye. Herdû pîlotên di balafira Israîlê re bi awayekî giran birîndarî rakirin nexweşxaneyê.

Di vê navberê de xistina balafira Isaîlê Sûriye hilgirt ser xwe. Vê yekê bi rêya televizyona dewletê ragihand.