image

PeyamaKurd - Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Sûriyê Temam Reid, li ser qutkirina avê bi ser erda Sûriyê de, daxwaz ji Tirkiyê kir ku asta ava Çemê Firatê bi awayekî dadperwerane ji bo Sûriye û Iraqê berde. Herwiha bang li civaka navdewletî jî kir ku metirsîyeke mezin a avê li herêmê çêbûye ku fişarê li Tirkiyê bikin daku avê berde.

Temam Reid ji medya Sûriyê re daye xuyakirin ku asta ava Çemê Firatê zêdetirî ji sedî 50 kêm bûye û vê yekê bandor li westgehên avê yên Sûriyê kiriye ku Tirkiye sedema kêmbûna avê ye.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Sûriyê daxwaz ji Tirkiyê kir ku bi awayekî dadperwerane ava Firatê bi ser Sûriye û Iraqê de berde û got, "Em dê avê ji Heleb û Himsê bikişînin deverên zerermend, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya vexwarin û çandiniyê."

Wezîrê Sûrî bang li civaka navdewletî jî kir ku li ser vê mijarê raweste û diyar kir, "Eger ev rewş berdewam be ewlehiya ava parêzgehên Dêrezor, Reqa û Hesekê dikeve metirsiyê."

Li gorî rêkeftina sala 1994an a derbarê avê de ku di navbera Sûriye û Tirkiyê de hatiye îmzekirin, rêjeya berdana avê ji aliyê Tirkiyê ve nîvî zêdetir hatiye kêmkirin ku bi taybet li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Sûriyê xelk ji bilî nebûna ava çandiniyê herwiha mihtacê ava vexwarinê jî bûye.