image

PeyamaKurd -  Serkonsolosê Tirkiyê yê li Kabîlê Cihad Erginay, bi cîgirê wekîlê serokwezîrê hukumeta demkî ya Talîbanê bi Abdulselam Hanefî û bi wekîlê wezîrê enerjiyê û avê Abdulletîf Mensûr re ji hev cuda hevdîtin kir. Berdevkê buroya siyasî yê Talîbanê Muhammed Naîm Wardak, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku do Hanefî û balyozê mezin yê Tirkiyê yê Kabîlê Cihad Erginay bi hev re hevdîtin kirine. Di ragihandinê de hat gotin ku Hanefî behsa têkiliyên Tirkiyê û Afxanistanê yê dostane kiriye û weha got:

“Em du milletên bira û dostin, têkiliyên me kevin û kûrin. Têkiliyên me yên olî û çandî hene. Em dixwazin têkiliyên xwe bi Tirkiyê re bipêşbixin. Li seranserê Afxanistanê asayiş temame. Em dixwazin veberhênerên Tirkiyê di sehayên cuda de li Afxanistanê veberhênanê bikin. Di warê tenduristî, perwerdê û mirovî de hevkariya me dewam bike.”

Di ser hesabê konsulxaneya Tirkiyê ya Kabîlê, di ser Twitterê de hat gotin ku Erginay bi wekîlê wezîrê Enerjî û avê Abdullatih Mensûr re hevdîtinekî erênî kiriye. Di beyana Enginay de weha hat ragihandin:

“Wê şîrketên Tirkiyê veberhênana xwe ya li Afxanistanê dewam bikin. Di dewra pêşiya me de hêviya me ew ku ev hevkarî di berjewendiya xelkê Afxanistanê de be.”