image

PeyamaKurd – Li bajarê Badahşan navçeya Zîbak a bakurê rojhilatê Afganistanê, qereqoleke polîsê Afgan rastî êrîşeke çekdarî hat.

Rêveberê parzgariya Badahşanê Abdullah Nacî Nazarî ragihand, çekdarên Talîbanê êrîşî qereqola devera Rîg a Zîbakê kirine û 8 polîs hatine kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.

Herwiha diyar kir ku hejmarek milîtan jî di şerê qewimiye de hatine kuştin. Derbarê êrîşê de Talîbanê ti daxuyaniyek nedaye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di demeke ku hevdîtinên aştiyê yên navbera Hikûmeta Afgan û Talîbanê berdewam dikin de êrîşên Talîbanê ranewestiyane.

Biryara li ser daxwaza Amerîkayê li Stenbolê bi çavdêriya Qeter û Neteweyên Yekbûyî di navbera rojên 24 Nîsan û 4ê Gulanê de konferanseke berfireh bi beşdariya nûnerên Afgan û Talîbanê were lidarxistin.

Talîbanê beriya niha ragihandibû ku pêwîste Amerîka li gorî peymana sala borî demildest hêzên xwe ji Afganistanê vekişîne, lê Serokê Amerîka Joe Biden ragihandibû ku dibe vekişîn ji ber tedbîrên ewlekariyê hinekî dereng bikeve.