image

PeyamaKurd – Tevgera Talîban ku demên dawî êrîşên xwe beriya vekişîna hêzên NATO û Amerîkayê li Afganistanê zêde kirine û ji bo 3 rojên Cejna Remezanê agirbest ragihand.

Di daxuyaniya Talîbanê de hatiye diyarkirin ku wê endamên rêxistinê di dema cejnê de êrîşan nekin, lê belê wê çûnûhatin di navbera herêmên deshilata Talîbanê û hikûmeta Afgan de jî neyê kirin.

Herwiha hatiye gotin ku wê di dema agirbestê de bersiva her êrîşekê bidin û agirbest bi mebesta ku cejn bi awayekî aram derbas bibe hatiye ragihandin.

Herî dawî 8ê vê mehê di êrîşeke Talîbanê ya bombeyê ku li paytexta Afganistanê Kabûlê hatibû kirin de, 50 kesan can dabû.