image

PeyamaKurd – Tevgera Talîban a Afganistanê ragihand ku ew ê beşdarî civînên danûstandinên aştîyê yên li Stenbolê werin lidarxistin nebin.

Berdevkê Talîbanê da xuyakirin ku ew beşdarî civîna 16ê Nîsanê ya li Stenbolê nabin û wan Tirkîye agahdar kiriye.

Hêjayî gotinê ye, civîna navbera Talîban û hikûmeta Afganistanê bi piştgirîya Afganistan, Qeter û Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin.

Herwiha Kabul Newsê jî ragihandiye ku civîn bo demeke nediyar hatiye paş xistin.

 Li gorî Reutersê dibe ku civîna Talîban - Afganistanê di rojên dawî yên Nîsanê de were lidarxistin.

Hikûmeta Afganistanê û Talîbanê li ser rêkeftin kiribû ku divê leşkerên bîyanî yên li welêt heta 1ê Gulanê vekişin, lê belê Serokê Amerîkayê Joe Biden daye xuyakirin, dibe ku vekişîna hêzên Amerîkî demeke zêdetir bajo.