image

PeyamaKurd – Ajansa IRNA ya dewleta Îranê da zanîn, Tehran ji Rûsyayê, 60 milyon dozen derziya Sputnik V ya Korona dikire.

Li gor Balyozê Îranê yê li Moskowê Kazim Celalî diyar kir, peyman bi fermî hatiye girêdan ku derziyên têra 30 milyon kesan bike, dê werin kirîn.

Celalî diyar kir, Îran wê heta dawiya salê wan derziyên hatine kirîn, wergire.

Hikûmeta Îranê ji ber pêla çaran ya pêketinên Koronayê, roja Şemiyê biryareke nû dabû û qedexeya derketina ya 10 rojan ragihandibû.

Li herêmên ku belavbûna vîrusa Korona zêde ye wek deverên sor tên bi nav kirin û li wan deran firoşgeh û ofîs tên daxistin.

Karbidestên Îranê destnîşan dikin, ku paytext Tehran û 250 bajarên din wek deverên sor hatine ragihandin.