image

PeyamaKurd – THY ragihand ku tevî ragihandinên tedbîrên li dijî Kovid-19 ê, rêwiyên ku bilêtên xwe kirine, dikarin bi belgeyên xwe herin balafirgehan û herin ciyê ku xwestine herinê. Nûnerê çapemeniyê yê THY (TurkishAirlines) Yahya Üstün, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:

“Mêvanên me yên bi qiymet, em we û tenduristiya we diparêzin û di ser ewran de we dibin. Mêvanên me yên ku bilêtên wan hene dikarin herin balafirgehan.”