image

Dewleta Tirk li derûdora xwe tu dost ji xwe re nehiştin. Yûnanîstan bû, wa navbera wê û Yûnanîstanê jî xirab bû û herdu alî zirt û gefan li hev dikin. Bi taybet çapemenîya Tirk a ku nêzîk û hevalbendê Erdogan û hikûmeta AKP ye,  bi zimanekî kirêt êrîşî Yûnanîstanê û Serokwezîr Aleksîs Çîpras dike.

Piştî nakokî û alozîyên navbera herdu welatan, Wezareta Berevanîya Yûnanîsyanê biryar da ku 7 hezar leşkir bişîne ser sînorê Tirkîyê. Piştî ku du leşkirên Yûnanîstanê ji alî Tirkîyê ve hatin girtin, nanokîyên di navbera herdu welatan de zêdetir bûn û ji ber van nakokîyan jî tatbîkat û perwerdeya artêşa Yûnanîstanê bi xurî didome û Yûnanîstan xwe ji bo her tiştî amade dike.

Wezîrê Berevanîya Yûnanîsyanê Panos Kammenos, berî bi çend rojan zirt û Tirkîyê kiribûn û gotibû ku „Tirk nikarin êrîşî Yûnanîstanê bikin, dewleta Osmanî çawa têk çû, wê Tirkîyê jî têk biçe û em ji Tirkan natirsin“.  Kammenos, ji derveyî şandina 7 hezar leşkir, anî zimên ku ewê 3.500 leşkira bişînin Giravên Egeyê û 3.500 leşkiran jî bişînin bajarê Evrosê (Merîçê).

Z.B