image

PeyamaKurd - Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Fatih Yildiz diyar kir ku Serkonsolosxaneya Besrayê ya ku ji demekê berê ji ber ewlehiyê hatibû girtîn Wê dîsa were vekirin.

Balyoz Yildiz daxuyanî da û bal kişand ser ziyaretên xwe yên li Babîl, Necef, Kerbela û Besrayê.

Yildiz diyar kir ku tabloya li başûr nîşan dide ku Iraq dê ji berê baştir be û wiha got:

"Lêbelê dîsa jî hewcedariya wan bi gelek tiştan heye. Tirkiye dê ber bi başûr, hetanî Besrayê here. Çaxê me di demeke kin de Serkonsolosxaneya xwe ya li Besrayê vekir em ê bigihêjin armanca xwe. Em ê demekê şûnda Besrayê ziyaret bikin, li wê derê avahiya Serbalyozxaneya me hê heye. Em ê bi serokên eşîran û rayedarên wê derê ra bicivin, mijara ewlehiyê binirxînin û ji bo ku cihê me dîsa were vekirin gavên hewce dikin biavêjin."