image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu di konferansa sêzdem ya serbalyozên Tirkiyê de, di dema wê konferans biqede, axaftinekî dawiyê kir. Çavuşoğlu di axaftina xwe de behsa gelek mijaran kir lê tişta balkêş axaftina li ser mijara Sûriyê bû:

“Divê em muxalefeta Sûriyê û dewleta Sûriyê bi awayekî li hev bînin. Eger ev nebe aştiyeka mayînde çênabe. 11 sal di ser de derbas bû, gelek mirov mirin. Gelek mirov welatê xwe terk kir. Divê gelek kes karibin dagerin. Yên li Tirkiyê ne jî. Divê li Sûriyê aştiyekî mayînde hebe.

Armanca me paqijkirina Sûriyê ji terorîstaye. Armanca Formata Astanayê ew e ku em vê mijarê çareser bikin. Em dibêjin rêya çareseriyê siyaset û dîplomasiye. Wê li ser masa dîplomasiyê çareser bibe. Divê em muxalefetê û rejîma Sûriyê li hev bînin. Li wê derê kesên serbixwe jî hene. Rejîm jî heye û muxalefet jî heye. Ji bo avakirina Sûriyê ya ji nûh de, divê em pêngavan bavêjin. Eger agirbes tinebe û aştî tine be, kes naxwaze di mijara avakirina Sûriyê de alîkariyê bike.”