image

Wezîrê karê derve yê Emaratan Abdullah bîn Zayed Al Nahyan di dema ku bi wezîrê karê derve yê Misrê re, li Dûbaî diaxifî, car din li dijî Tirkiyê beyanek da.

Wezîrê Ereb di beyana xwe de got ku Tirkiye, Îran û Îsraîl li herêmê êrîşkerin û bo welatên Ereb talûke ne.

Wezîr berê jî gotibû ku Tirkiye û Îran dixwazin desthilatiya Sûriyê qels bikin û divê her dû dewlet destê xwe ji Sûriyê vekişînin. Wezîr, berê jî bo paşayê Osmanî Fexreddîn Paşa gotibû ku ew diz e û Tirkiye nerazîbûna xwe diyar kiribû.