image

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku 5 leşkerên wan ên li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê di operasyonê de bûn, hatine kuştin.

 Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de eşkere kir ku hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dane ji 3 kesan derketiye 5 kesan û tedawiya du birîndaran jî dewam dike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wan leşkeran di operasyona Pence-Kilît a li nav sînorên Herêma Kurdistanê berdewam de, di şerê dijî PKKê de can dane.