image

PeyamaKurd - Di lûtkeya lîderên hersê welatan de Tirkiye, Rûsya û Îran ji bo parastina yekperçeyiya xaka Sûriyeyê helwest nîşan dan.

Li Enqereyê bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî civînek bû û daxuyaniyeke hevbeş hat weşandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hersê serokan piştî zîrveya ku di 22yê Mijdara 2017an li bajarê Soçî yê Rûsyayê hat lidarxistin, geşedanên li Sûriyeyê nirxandin.

Herwiha hat destnîşankirin ku serok pir kêfxweş in ku pêvajoya Astanayê ya ku di 2017an de li Qazaxistanê hatibû destpêkirin, bi kêrî çareserkirina krîza Sûriyeyê tê.

Di daxuyaniyê dE ew yek hat dubarekirin ku hersê serok serwerî, serbixweyî, yekîtî û yekperçeyiya xakê Sûriyeyê diparêzin.

Di daxuyaniya hevbeş da wiha hat ragihandin:

"Serokan her cure hewldanên afirandina rewşên nû li qadê yên bi kirasê têkoşîna dijî terorê red kirin, ew biryardariya xwe anîn ziman ku ew ê li hemberî rojevên cudaker ên ku armanca wan ew e ku yekperçeyiya xaka Sûriyeyê û serweriya wê û herwiha ewlekariya neteweyî ya welatên cîran qels bike, bisekinin"

- Di pêvajoya nivîsandina destûrê da wê alîkariya gelê Sûriyeyê were kirin

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ew ê piştgiriya wê yekê were kirin da ku bi alîkariya NYyê komîteya destûrê ku di Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê li Soçî biryara wê hatibû dayîn, were avakirin.

Civîna din jî li ser daxwaza Rûhanî wê li Îranê bê kirin.