image

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, dikarin bi rêya rêkeftinê, dosyeya Ukraynayê di nava 24 saetan de bi dawî bikin, ne wek bi xerckirina bi milyaran dolaran û şandina çekan.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truth Social da zanîn: “Nakokiyên li Ukraynayê bi rêya rêkeftinê têne bidawîkirin, ne bi şandina çek, alîkarî û bi milyaran Dolaran ji bo Kîevê.”

Trump eşkere kir: “Eger niha ez li ser postê Serokatiya Ukraynayê bûma, di nava 24 saetan de, min aştî li Ukraynayê radigihand.”

Weke tê zanîn, beriya niha jî Donald Trump gotibû dikarin şerê Ukraynayê bi rêya rêkeftinê bi dawî bikin, eger wisa bidome, wê rûbirûbûna atomî rû bide.

Cîgira Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî Victoria Nuland li ser vê mijarê destnîşan kiribû, Washington amade ye sizayên bi ser Rûsyayê de kêm bike, bi merca ku Rûsya ji temamê axa Ukraynayê vekişe.