image

Serokê Amerîkayê Trump dixwaze heya hilbijartina kongreyê ya navberê leşkerên Amerîka ji Sûriyê vekişin lê li ser vekişandinê li hevkirinek tine ye.

Li gor AP ya Amerîka radigihîne ku ji devê kesekî karbidestê Qesra Sipî agahiyê bidestxistiye û navê wî nabêje, Trump dixwaze di nava 6 mehan de leşkerên Amerîka ji Sûriyê vekişin.

Serokê Amerîka hêj fermaneka fermî ya vekişandinê nedaye û ji raya giştî re teqwîmeka diyar nehatiye dayîn. Tenê Trump dixwaze heya meha 11a ku dema hilbijartina ye,leşker ji Sûriyê vekişin.