PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, soza xwe ya çareserkirina qeyrana Ukrayna û Rusyayê ya di rojekê de dubare kir û got ku “Ez dikarim di 24 saetan de bi Zelenskiy û Putin re çareser bikim.”
Donald Trump, di daxuyaniyekê de îdiaya xwe dubare kir ku heger heta dawiya hilbijartinên serokomariyê yên sala 2024an qeyrana Ukraynayê bi dawî nebe û ji bo Koşka Spî ji nû ve were hilbijartin, ew ê di nav rojekê de bigihîjin rêkeftina aştiyê.
Trump amaje bi wê yekê kir ku dan û stendinên navbera Zelenskiy û Putin dê 'hêsan' bin û got, "Heger çareser nebe, ez dikarim di nav 24 saetan de bi Zelenskiy û Putin re çareser bikim, rêyeke gelek hêsan a dan û stendinê heye. Lê ez naxwazim ji we re bibêjim ka ew çi ye ji ber ku wê hingê ez nikarim wê bi kar bînim. Ez ê di rojekê de çareser bikim, dê di navbera wan de aştî çêbibe."
Donald Trump di dewama axaftina xwe de got, "Ji ber kirinên van ehmeqan, pêkan e ku em têkevin Şerê 3yemîn ê Cîhanê ku dê bibe sedema şerekî cîhanî yê nukleerî û ew ê Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyemîn, li ber vî şerî gelek biçûk bimînin.”