
PeyamaKurd- Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Bejayî ya Ukraynayê de hat diyarkirin ku Fermandarê Hêzên Bejayî yên Ukraynayê, serdana yekîneyên parastinê yên li qadên herî tengav ên eniya rojhilat kir.
Fermandarê Hêzên Bejahiyê yên Ukraynayê Aleksandr Sirskiy, daxuyanî da û diyar kir ku di hevdîtinên xwe yên bi fermandarên yekîneyan re ji bo ku di demeke herî kurt de li hin qadên eniyê serketinê bi dest bixin, wan nêzîkatî û nêrînên nû bi pêş xistine û pêk hanîne.
Sirskiy amaje bi wê yekê jî kir ku rewşa eniya rojhilat aloztir bûye û got ku li hinek deverên eniya şer, hegera pêşveçûna hêzên berevaniya Ukraynayê heye.
Sirskiy got, "Ez dixwazim balê bikişînim ser xebata 92. Lîwaya Mekanîze ya Veqetandî ku ne tenê êrîşa Rusyayê ya li ser rêya Svatove têk bir, di heman demê de bi serketî êrîşî dijber kir û 400 metre pêşve çû."
Her wiha Sirskiy diyar kir ku 80. Tûgaya Êrîşên Asîmanî ya Cuda bi çalakiyên taktîkî gav bi gav qadeke berfireh li herêma daristana Îvanivskî rizgar kir.