image

PeyamaKurd – Parlementoya Ûkraynayê bi sedema ku Îran sîlihan dide Rûsyayê, ji bo 50 salî di sehayên cuda de dorpêçan danî ser Îranê. Biryara parlementoyê bi yek dengî hat dayîn. Ûkrayna radigihîne ku Îran bi balafirên şer yên bê mirov re, cûreyên cuda yên sîlihan dide Rûsyayê.

Cîgirê serokê parlementoya Ûkraynayê Yaroslav Zhelezniak di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku biryar bi yek dengî hatiye dayîn. Zhelezniak her weha got ku şîrketên ku balafirên bêmirov li Ûkraynayê hildiberînin, ji bo wan biryarê dane ku ji bacê bê parin an ku wê bacê ji wan nestînin.