image

PeyamaKurd – Serdana 3 rojî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a bo Washingtonê dest pê kir ku ev serdan wekî teyîtkirina hevpeymanîbûna herî kevn a herdu welatan tê nirxandin.

Hat ragihandin ku Macron, ji aliyê Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris ve hatiye pêşwazîkirin û şeva xwe jî li navenda Ajansa Feza û Asmanî ya Amerîka (NASA) derbas kiriye.

Medya Amerîkî ragihandiye ku wê Serokê Amerîka Joe Biden, di çarçoveya yekem serdana fermî ya Macron bo Koşka Spî de, pêşwazîyê lê bike û hevpeymanîbûna Fransa û Amerîkayê ya dîrokî car din piştrast bike.