image

PeyamaKurd – Li bajarê Almanya Dresden, dadgehkirina welatiyekî Sûrî yê 21 salî bi sûcê endamtiya DAIŞê ve hatibû girtin, destpê kir.

Ebdullah Hec Hesen 21 salî, bi sûcê endamtiya DAIŞê hatibû girtin, li bajarê Dresdena Almanyayê tê dadgehkirin.

Ebdullah Hec Hesen, ku bi xwe ji Helebê ye, dema ku çûbû Almanyayê temenê wî di bin 18 salî de bû û di 4ê Cotmeha 2020an de di nava bajarê Dresdenê de bi kêrê êrîşî 2 kesên Alman dike û di encamê de kesê bi navê Thomas L. (55) tê kuştin û yê bi navê Oliver (53) jî bi giranî birîndar dibe.      

Dozgeriya Almanyayê diyar dike, Ebdullah Hec Hesen endamê DAIŞê ye û kesekî terorîst e.

Herwiha dozgeriya Almanyayê destnîşan kir, Ebdullah Hec Hesen 2 sal plana êrîşan kiriye û di zindanê de jî ew li ser êrîşan fikiriye û plan çêkiriye.

Li gorî dozgeriyê daye zanîn, Ebdullah Hec Hesen gotiye dema ku ew ji zindanê derkeve ew ê kafiran bikuje.